Li Deriyê Xabûrê bazirganên rojane û memûrên gumrikê li hev xistin: 3 birîndar û 5 binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Silopiya li deriyê Xabûrê, di navbera memûrên gumrikê û bazirganên rojane ku diçin Başûrê Kurdistanê û ji xwe re eşya dikirin û tînin li bakûrê Kurdistanê difroşin da debara mala xwe bikin, pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de 3 memûr birîndar bûn û memûrên gumrikê ji bazirganên rojane 5 kesan xistin binçav.
Bûyer, ber destê sibê seet di 04.00an de çêbû. Li gor çapemeniyê; bazirganên rojane M.B., K.O., M.B, Y.B. û S.B. li ser mesela X-rayê bi memûrên gumrikê bi E.B., B.B. û M.S.re munaqeşe kirin û paşî lihev xistin.
Memûrên rêvebiriya gumrika Xabûrê 5 kesan xistin binçav û birin baregeha rêvebiriya gumrikê. Memûrê bi navê B.B bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Silopiyê.
Li ser fermana serdozgerê Silopiyê, di derbarê 5 kesên xistine binçav de, lêpirsîna fermî destpêkiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin