Deriyê Xabûrê hatiye girtin lê li qada TIRan tevdîrên pêwîst nayên wergirtin

13 March 2020 12:44 0 dîtin
Deriyê Xabûrê hatiye girtin lê li qada TIRan tevdîrên pêwîst nayên wergirtin

PeyamaKurd - Deriyê Sînorî yê Xabûrê ji ber vîrusa koronayê hatiye kirin. Ajovanên TIRan ên bi rojane li ber deriyê sînor hatine sekinandin, bal kişandin ser negirtina tevdîran. 

Li cîhanê heya niha 2 hezar û 400 kes ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vîrusa navborî Deriyê Sînorî yê Xabûrê jî ji 1ê Adarê ve girtiye.

Ji ber ku derî girtiye bi sedan TIR li ber derî hatine sekinandin. Ajovanên di sînor re derbas dibin jî bi şertê ku lepikan têxin destê xwe û maskeyan bidin ber pozên xwe derbas dibin û her wiha li Nexweşxaneya Sahrayê jî tên kontrolkirin.

Li gorî nûçeya MAyê TIRên ku gava derbas dibin dorseya xwe didin wesayîta li wî aliyî û bê dorse vedigerin. Li derî deriyê sînor ku bi şev û biroj bijîşk lê ne, ajovanên TIR'an jî li qadên TIR'an ên aîdî Îdareya Taybet a Bajêr li benda xwe yî derbaskirinê ne.

Ajovanan bal kişand ser kêmasiyên li van qadên ku ne paqij in û tu tevdîr lê nayên girtin.  

Ajovan Alî Ûzar ku ji Bêrecûka Rihayê hatiye, got: "Bi rojan e em li van dera ne. Em rezîl bûne. Ên dikarin wesayîtên xwe bişînin dişînin. Ên nikaribin wekî me li vira rezîl dibin. Em dixwazin ev mesele bê helkirin."