Protestoya Ahû Deryayî bû dengê bi milyonan jinên Îranê: Hatiye girtin û çarenivîsa wê nediyar e
PeyamaKurd – Li Îranê xwendekareke jin a Zanîngeha Îslamî ya Azad a Tehranê, bi hinceta hîcaba xwe nerast daniye rastî êrîşa hêzên Îranê hat.
Xwendekara bi navê Ahû Deryayî ya beşa zimanê Feransî ya Zanîngeha Azad a Tehranê, li kampûsa zanîngehê bi hinceta ku hîcaba xwe rast nedaniye rastî êrîşa hêzên Besic ên Îtlaata Îranê hat û kincên wê jî hatin qetandin.
In Iran, a student harassed by her university’s morality police over her “improper” hijab didn’t back down. She turned her body into a protest, stripping to her underwear and marching through campus—defying a regime that constantly controls women’s bodies. Her act is a powerful… pic.twitter.com/76ekxSK7bI
— Masih Alinejad 🏳️ (@AlinejadMasih) November 2, 2024
Piştî vê bûyerê Ahû Deryayî, kincên mayî jî ji ser xwe avêtin û ew kiryar û êrîş li nav zanîngehê protesto kir.
Piştî demekê Deryayî ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin ku niha çarenivîsa wê nediyar e.
Dîmenên Ahû Deryayî, li ser medya civakî li seranserê cîhanê hate belavkirin û bi wêrektiya xwe bû dengê hemû jinên Îranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin