YSK: Li derve, dê ji 3 milyonan zêdetir kes dengên xwe bidin
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) hat ragihandin, ji destpêka proseya dengdayîna li derveyî welêt û heta niha, ji milyonek û 500 hezarî zêdetir, deng hatine bikaranîn.
Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku di roja 11ê ya dengdana li derve de heta niha milyonek û 410 hezar û 447 kesan li nûnertiyên li derve, her wiha 104 hezar û 540 kesan jî li deriyên sînorî dengên xwe dane.
Hat diyarkirin ku proseya dengdanê, ji roja 27ê Nîsanê ve dest pê kiriye û dê heta 9ê Gulanê berdewam be.
Li gorî amarên fermî yên YSKê, ji bo hilbijartinên îsal; li derveyî Tirkiyeyê bi giştî 3 milyon û 416 hezar û 98 kes, xwedî mafên dengdayînê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin