Tirkiye: Ji ber PKKê qada asmanî ji Silêmaniyê re hatiye girtin

05 April 2023 17:17 0 dîtin
Tirkiye: Ji ber PKKê qada asmanî ji Silêmaniyê re hatiye girtin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, derbarê rawestandina hemû seferên asmanî yên bo Silêmaniyê ji herdu aliyan ve de, daxuyanî da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bilgiç ragihand ku ji 3yê Nîsanê ve qada asmanî ya Tirkiyeyê ji bo rabûn û danîna hemû wesayîtên asmanî ji Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ve, hatiye girtin.

Bilgiç wekî sedema vê biryarê jî diyar kir, ji ber zêdebûna hebûn û tevgera PKKê li Silêmaniyê û gefa li ser ewlehiya firînê ew biryar hatiye wergirtin.

Herwiha hat ragihandin, wê destpêkê heta 3yê Tîrmeha 2023yan ew biryar derbas bibe û li gorî geşedanan jî dê biryar ji nû ve li ber çavan bê derbaskirin.