Tirkiye: Li Silêmaniyê berpirsê îstîxbarata PKKê hat kustin
PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Tirkiyê îro diyar kir, saziya îstîxbarata niştimanî ya wî welatî (MÎT) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê berpirsekî pilebilind ê PKKê ku plandanerê kuştina dîplomatekî Tirkiyê li Hewlêrê bûye, kuştiye.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê di nûçeyeke bilez de daye zanîn, Berpirsê Îstîxbarata PKKê li Iraqê Celal Kaya di operasyoneke MÎTê de li bajarê Silêmaniyê can daye.
Herwiha medyaya fermî ya Tirkiyê daye zanîn, ew berpirsê PKKê teşwîqkarê êrîşa ser dîplomatê Tirkiyê yê li Hewlêrê Osman Kose û kuştina wî bûye.
Heta niha ji aliyê PKKê ve derbarê mijarê de ti daxuyanî nehatine dayîn û derbarê dem û çawaniya operasyonê de ti hûrgilî nehatine ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin