Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêsxabûrê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê di derbarê girtina derwazeyê de daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê di daxuyaniyê de da zanîn: “Êdî derfet ji bo xweveşartina ji rastiyan bo PYD û îdareya wê tune, ku her dem kar li ser xuliqandina qeyranan dike û bi berdewamî jî gelê me yê li Kurdistana Sûriyê baca wê dide.”
Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê eşkere kir: “Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr Sêmalka bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya gelê Kurdistanê yê li Sûriyê hatiye vekirin û Herêma Kurdistanê çendîn car tekezî li ser girîngiya wê yekê kiriye ku derî vekirî bimîne ji bo xizmetguzariyên mirovî.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Heta niha sê rêkeftin bi serperiştiya Serok Barzanî ji bo vî deriyê sînorî hatine kirin û birgeyeke taybet ji bo îdarekirina deriyê sînorî bi hevbeşî heye, lê belê PYDê her dem rêkeftin binpê kirine û di siyaseta serkutkariyê de berdewam bûye.”
Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê ragihand: “Karê li derî, bo warên din jî hatiye berfirehkirin ku bêyî vê derî, bi hezaran koçber û birayên me yên Kurd û Erebên Sûrî yên li herêmê û derveyî wê niştecih bûne, nikarin biçin serdana malbatên xwe li Kurdistana Sûriyê bikin. lê Yekîtiya Demokratîk her tim pirsgirêk û astengî li pêşiya karê derbazbûnê derdixe.“
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin: “PYD dizane ku xwestiye bi rêya vê derwazeyê û sînoran ve, çek û teqemenî veguhezîne nav Herêma Kurdistanê, da ku rewşa ewlehiyê xera bike, derbarê vê mijarê de zanyariyên hevpeymanên me yên di Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de jî hene.”
Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê da zanîn, “Nêzîkî salekê ye PYDê rê nade kadro, serkirde û kesên nêzîkî Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Eniya Aştî û Azadiyê derbasî Kurdistanê bibin û hepsa malê li ser wan ferz kirine û rê nade ku ew bi rêya derî derkevin, di demekê ku ew rê dide hemû kesên xerîb bi azadî derbas bibin. Berûvajî vê yekê jî, PYDê bi van kiryaran, dijberiya hemû partiyan dike, ev tevger jî di dîroka Sûriyê bêmînak in ku tevahiya gel di bin hepsa malê de bijîn. Herwiha siyasetên diktatorî yên PYDê ji revandin, kuştin, zîndankirin û îşkencekirina çalakvanên Kurd û her kesê xwedî nêrîneke siyasî ya cuda ye, di bîra her kesî de.”
Hatiye eşkerekirin: “Xweragirtina me li hember PYDê, heta niha ji bo gelê Kurdistanê yê li Sûriyê bû, lê belê dawiya dawî ev wisa li me dike ku em pêwendiyan di ber çavan re derbas bikin, mafê gel jî heye ku vê yekê qebûl neke, divê PYD dest ji dirûşmên xwe yên sexte berde, çimkî êdî kes ji wan bawer nake.”
Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê da zanîn: “Ji ber vê yekê, em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin, ku em nikarin bibin temaşevanê zilm, dîktatorî û tevgerên PYDê ên nekurdane û nemirovane û em di vê yekê jî nebin şirîkê wan. Divê ev derî di xizmeta hemûyan de, ne tenê ya partiyekê û divê dûrî destêwerdana siyasî be, bi awayekî piraktîkî û realîst, ne tenê bi sloganan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin