Deriyê Sînorî yê Zêtê ji hatin-çûnê re hat ragirtin
PeyamaKurd - Qaymeqamê navçeya Mêrgesorê ya Hewlêrê Xefûr Ehmed ragihand ku îro çûnûhatina geştiyaran a di Deriyê Sînorî yê Zêtê re hatiye girtin û sibe careke din dê dest pê bike.
Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed diyar kir ku ragirtina çûnûhatinê ji ber kar û xebatên li aliyê Bakurê Kurdistanê ye.
Deriyê Sînorî yê Zêtê di 10ê Gulanê de, di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de hat vekirin.
Dema derî hat vekirin, tenê bi karavanan hate çêkirin û li aliyê Herêma Kurdistanê dest bi avakirina kampa nû hatiye kirin.
Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed got, “Kar nade sekinandin, em dê karê xwe bikin û ji bo ku çûnûhatin raneweste tiştekî guncav dayînin.”
Deriyê Sînorî yê Zêtê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de li navçeya Mêrgesorê ye û parêzgehên Hewlêr û Colemêrgê bi hev re girê dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin