Kurdistan | Biryara deriyên gumrikê û balafirgehan 1ê Mijdarê dikeve meriyetê

31 October 2023 22:04 0 dîtin
Kurdistan | Biryara deriyên gumrikê û balafirgehan 1ê Mijdarê dikeve meriyetê

PeyamaKurd – Ji 1ê Mijdarê ve rênimayên deriyên gumrikê û balafirgehan ên li Herêma Kurdistanê têne guhertin û dê hemû xerc bi dînarê Iraqê bêne kirin.

Berpirsê Giştî yê Derîyên Sînorî û Gumrikê yê Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman ragihand, li gorî biryara ku beriya niha ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatiye standin, dê hemû karên li balafirgeh û deriyên gumrikan êdî bi dînarê Iraqî bên kirin.

Hate ragihandin ku rênimaya nû ji roja 1ê Mijdara 2023yan ve dest pê dike û divê kesên serdana Kurdistanê bikin ji vê rewşa nû haydar bin.