Herêma Kurdistanê bo 4 deriyên sînor biryara çûnûhatê  da

14 October 2020 23:06 0 dîtin
Herêma Kurdistanê bo 4 deriyên sînor biryara çûnûhatê  da

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind ya Têkoşîna bi Coronayê re biryarê da ku dê 4 dergehên sînorê Kurdistanê bo çûnûhatê vekin. Civîna komîsyonê li payîtext Hewlêrê hat kirin. Piştî civînê berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bo çapemeniyê agahiyan ragihand. Adil got ku bo qelebalix çênebe wê temamê tedbîrên xwe bistînin û tedbîrên li hemberê koronayê zêdetir bikin.

Adil, ragihand ku di civînê de biryarê dane ew kesên ku maske nedeynin ber devê xwe, wê wan ceza bikin. Adil, li ser mijara vekirina deriyan weha got:

“Wê deriyên Başmax, Haci Omeran, Perwizxan û Îbrahim Xelîl vebin. Lê wê li her 4 deriyan navendên testa Kovid-19 ê û çavdêriyê hebin. Wê hemwelatiyên Kurdistanê karibin herin Tirkiyê û Îranê û her 4 dergeh normal bixebitin.”