Li ser sînorê Herêma Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Erdheja ku li Kirmaşanê ya ser bi parêzgeha Rojhilatê ya sînorî pêk hat, li Herêma Kurdistanê jî hat hîskirin.
Şeva borî saet derdora 23.58an de li herêma Germiyan a Herêma Kurdistanê bi pileya 4.5 erdhejek pêk hat.
Li gor zanyariyan, navenda erdhejê Serpele Zehaw a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê ye û erdhej bi hêza 4,6 û 10 km di bin erdê de çêbûye.
Malpera Elmanî Volcano Discovery ragihand ku erdhej bi pileya 4,5 li gor pîvana Richterê bûye.
Li gorî nêzîkbûna navenda erdhejê, erdhej herî zêde li Kelar a navenda Rêveberiya Germiyan hatiye hîskirin. Li gorî zanyariyan, erdhej li Kerkûk, Çemçemal, Koye û gelek deverên Herêma Kurdistanê hatiye hîskirin.
Ji aliyê Îranê û rayedarên Herêma Kurdistanê ve derbarê wê erdhejê de ti daxuyanî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin