Li Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû

17 March 2023 10:30 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5 erdhejek çêbû.

Rêveberê Peymangeha Keşnasî û Erdhejê Aso Kemal diyar kiriye, do danê êvarê erdhejek bi pileya 5 li Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê çêbû.

Hat ragihandin, li Silêmanî, Helebce û Hewramanê hest bi wê erdhejê hatiye kirin.

Ji ber erdheja 10 km di bin erdê de pêk hat, tu ziyanên canî çênebûne.

Herwiha do li bajarê Xoy ê Rojhilat bi pileya 5.3 erdhejek pêk çêbû.

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand, di saet 14:47an de bi pileya 5,3 erdhejek çêbû ku navenda wê bajarê Xoy bû.

Erdheja ku 15,25 kîlometre di bin erdê de çêbû, li Wan û navçeyên derdorê jî hat hîskirin.