UNRWA: Li Xezzeyê pêdiviya 50 hezar zarokan bi dermankirinê heye
PeyamaKurd - Li Xezzeyê, ji ber şer û pevçûnên navbera Îsraîl û Hemasê her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe. Ji ber qedexeyên li ser alîkariyên mirovî, 50 hezar zarok bi "birçîbûna xedar" re rû bi rû ne.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Xezeya ku Îsraîlê rê li ber daketina alîkariyên mirovî girtiye, ji ber kêmxwariniya giran 50 hezar zarok hewcedarê dermankirinê ne.
UNRWAyê li ser hesabê xwe yê Xê, raporta xwe ya di derbarê rewşa zarokên li Xezzeya ku ji 7ê Cotmehê vir ve bûye qada şerê Îsraîl û Filistînê de belav kir.Di belavokê de hat destnîşankirin ku li Xezeyê 50 hezar zarok ji ber kêmxwariniya tûj hewcedarê dermankirinê ne û ji ber ku astengiyên li ser ketina alîkariyên mirovî yên Xezeyê dewam dikin, gelê Xezeyê bi "birçîbûna xedar" re rû bi rû dimînin.
Di raportê de hate destnîşankirin ku tîmên UNRWAyê, ji bo gihandina alîkariyên mirovî bigihînin malbatan, bê navber dixebitin, lê belê rewşa tenduristî û ewlehî ya Xezzeyê di asta herî xeternak de ye.
Di rapqortê de ji bo ragihandina agirbesteke mayînde jî bang hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin