Bi kêrê êrîsê zarokan kir: 2 zarok mirin û 11 kes birîndar bûn

29 July 2024 23:07 0 dîtin
Bi kêrê êrîsê zarokan kir: 2 zarok mirin û 11 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Brîtanya li bajarê Merseyside li Southportê xortekî 17 salî êrîşê ahenga dansê ku li dibistanê dihat kirin, kir û di encamê de 2 zarokan kuşt û 11 kesan birîndar kir.

Rêvebira asayîşa Merseyside Serena Kennedy ragihand ku li bajarê ragihand ku di bûyera êrîşa li bajarê Southportê bi kêrê hat kirin de 2 zarok jiyana xwe ji dest dane, 9 ji wan zarok 11 kesan birîndar kiriye. Bûyer li dibistana dansê çêbûye û êrîşekî terorî nîne.

Kennedy, li ser bûyerê bi rêvebirê serwîsa ambûlansê ya rojavayê bakûr Dave Kitchin û rêvebirê îtfaiyê û xizmeta rigarkirinê yê bajêrê Merseyside bi Phil Garrigan re civîna çapemeniyê kir. Kennedy got:

“Li gor seeta cîh seet di 11.47an de îxabara êrîşa bi kêrê ya li dibistana dansê ji me re hat, bi derba kêrê 2 zarok mirin, 9 kes birîndarin ku rewşa 6an ji wan xweş nîne. 2 kesên birîndar mezinin û di wexta xwestine zarokan biparêzin birîndar bûne.

Li ser bûyerê kesekî 17 salî hatiye desteserkirin, lêpirsîna wî dewam dike, gumanbar ji devera Lancashire ji Banksê hatiye ciyê bûyerê lê bi eslê xwe ji xelkê payîtexta Dallerê ji Cardiffê ye.”

Birîndaran birine nexweşxanên Manchesterê û pisporên travmayê şandine ciyê bûyerê.