Qesra Spî Hamasê ji ber mirina zarokan sûcdar dike
PeyamaKurd – Qesra Spî diyar kir ku dîtina zarokên ku li Şerîda Xezzeyê di bin bomberdûmanên Îsraîlê de ji bin xirbeyan tên derxistin tiştekî tirsnak e û ji zarokên di şer de jiyana xwe ji dest dane tenê Hamas sûcdar kir.
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan.
"Tirsnak e ku meriv dîmenên zarokên piçûk ên ku ji binê kavilan têne derxistin û gelek jê nayên derxistin bibîne." Kirby derbarê rêveberiya Tel Avîvê de wiha got, "Em ji hempîşeyên xwe yên Îsraîlî re li ser tekez dikin ku di danîna hedefan de cihêkar û baldar bin."
Kirby îdia kir, Hamas sivîlan teşwîq dike ku li şûna ku ji herêmê derkevin, di xaniyên ku lê dijîn de xwe veşêrin, Kirby got, di 24 saetên dawî de 96 hemwelatiyên Amerîkî û malbatên wan ku bi tevahî nêzî 400 kes in, "kariye ku ji Xezzeyê derkevin" û xwe gihandine Qahîreyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin