Di êrîsa ser mala lênêrîna zarokan de 38 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Taylandê li eyaleta Nong Bua Lamphuyê di êrîşa çekdarî ya ser mala lênêrîna zarokan de, jimara miriyan giha 38 kesan. Li gor ragihandina rêvebiran; di êrîşa çekdarî de 22 ji wan zarok bi temamî 38 kes jiyana xwe ji dest dan. 12 kes jî birîndarin ku 8 ji wan birînên wan xedarin.
Kesê êrîşê kiriye yê bi navê Panya Kamrab (34), do serê sibê celsa wî ya darizandinê hebû ku ji bikaranîna maddeyên hişbir dihat darizandin. Zaroka kujer bi xwe di heman mala zarokan de dimîne lê dema êrîşê bir ser mala zarokan, zaroka wî li wê derê nîn bû.
Êrîşker di êrîşê de li mamoste, xebatkar û xwediyên zarokan yên li wê derê bûne xistiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin