UNICEF: Di 10 salên dawiyê de êrîsên li dijî zarokan zêde bûne

31 December 2019 13:58 0 dîtin
UNICEF: Di 10 salên dawiyê de êrîsên li dijî zarokan zêde bûne

PeyamaKurd - Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di 10 salên dawî de êrîşên li dijî zarokan pir zêde bûne. Li gorî UNICEFê êrîşên ji sala 2010an şûnde, sê qet ji yên berê zêdetir bûne.

Rêvebira Giştî ya ya UNICEFê Henrietta Fore li ser mijarê daxuyanîyek da. Fore ot: "Pevçûnên ku li çar alîyên cîhanê rû dan li gorî yên berê pir dewam kirin. Ev bû sedema kuştina hejmarek zêde ya zarokan. Di na 10 salan de êrîş û tundîya li ser zarokan pêr zêde bûye."

Li gorî daxuyanîya Rêvebira Giştî ya UNICEFê di 10 salan de rojê 45 êrîş li dijî zarokan pêk hatine.

Peymana Mafê Zarokan di sala 1989an de hat qebûlkirin lê li gorî daxuyanîyê peyman jî fêde nekir ku êrîş kêmtir bibin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) tenê di sala 2018an de bi kuştin, revandin, destdirêjî, seqetkirin, êrîşên bi ser dibistanan, li ser zarokan 24 hezar tawan li dijî zarokan hatine kirin.