Li Silêmaniyê di qezayê de dê û bav mirin û 3 zarokên wan birîndar bûn

03 August 2024 20:43 0 dîtin
Li Silêmaniyê di qezayê de dê û bav mirin û 3 zarokên wan birîndar bûn

PeyamaKurd – Malbata ku çûbû Duhokê û dadigeriya bajarê Silêmaniyê ya ji 5 kesan pêk dihat, bi sedema li ser rê çalekî hebû, erebe li çalê ket û qeza kir. Di qezayê de dê û bav mirin û 3 zarok birîndar bûn.

Qeza li bajarê Silêmaniyê li nahiya Xalakan li ser rêya gundê Kanî Watme û Raperînê çêbû. Erebe welgeriya û bû xurde.

Jin û mêr li ciyê bûyerê can dan û tîmên tenduristiyê zarokan birini nexweşxana Xalakan.