Li Erxeniyê di qezayê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

30 December 2023 00:34 0 dîtin
Li Erxeniyê di qezayê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Diyarbekir li navça Erxeniyê otomobîlekî li kamyoneta li kenarê rê sekinandî xist û di encamê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê çêbû.

Di otomobîlê de Emine Ekinci (57), Osman Çap (39) û Aynur Tekin (53) jiyana xwe ji dest dan. Ajotvan Ahmet Tekin û Kader Ç. (37), ajotvanê kamyonetê Fatih M. Û H.K. yê di alavê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê miriyan ji bo otopsiyê birin morga Tib a Edlî û birîndaran birin nexweşxanê.