Li Sakaryayê di qezayê de 10 kes mirin û 59 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li ser rêya Marmara Bakûr li texma bajarê Sakaryayê di qezayê de 10 kes mirin û 59 kes birîndar bûn. Otobusa şaredariya Esenlerê di nav qezayê de bû û hat ragihandin ku otobus cenaze biribû bajarê Giresunê navça Görele û ji birina cenaze dadigeriya. Di otobusê de jî 2 kes can dan.
Otobusa ku ji cenaze dadigeriya ji ber li pêşiya wê qeza bûbû rawestiya û otobusa ji paşde dihat, nesekinî û lê xist. Di encamê de 10 kes can dan û 59 kes birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 7 birîndaran baş nîne.
Tîmên îtfaiyê, tenduristiyê û cendirmeyan li ciyê bûyerê bi kirinên karên xwe meşxûlin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin