Li bajarê Meletiyê di qeza çûnûhatê de 3 kes mirin û yek giran birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Darende di qeza çûnûhatê de, di otomobîla ku ser rê derket û wergeriya de 3 kes mirin û kesekî din giran birîndar bû.
Qeza li ser rêya Kayseri-Meletiyê, li navça Darende, li taxa an ku gundê Ulupunarê çêbû. Otomobîla ber bi Meletiyê de diçû, ji ser rê derket û li kanala avê xist. Otomobîl bû xurde û kesên tê de bûn ji heman malbatê Cevdet, Raif û Şahin Akkan jiyana xwe ji dest dan û ajotvanê otomobîlê İsmet bi giranî birîndar bû.
Piştî tîmên îtfaiyê û ambulans çûn ciyê bûyerê birîndarê di otomobîlê de asê mabû jê derxistin û birin nexweşxanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin