Li devera Germiyanê di qeza çûnûhatê de 3 kes mirin û kesekî birîndar bû

29 April 2024 20:33 0 dîtin
Li devera Germiyanê di qeza çûnûhatê de 3 kes mirin û kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li başûrê bajarê Silêmaniyê li devera Germiyanê, li navça Kelarê, li ser rêya ku diçe deriyê sînor yê bi navê Perwezxanê, TIRekî li erebeyekî bazirganî xist, di encamê de 3 kes mirin û kesekî birîndar bû. Ragihandin ji aliyê berdevkê trafîka Germiyanê ji aliyê Saman Ali de hat kirin.

Cenazê her sê miriyên qezayê birine tib a edlî ya Kelarê. Ji bo zanibin sedema qezayê çiye, tîmekî pispor şandine ciyê bûyerê.