Çekdarên Hesda Seibî girtin ser asayis û Malbenda YNKê
PeyamaKurd – Hejmarek çekdarên Heşda Şeibî, li bajarokê Xaneqînê girtin ser baregeheke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û çekên hejmarek karmendên asayişa YNKê jê stendin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, hejmarek çekdarên DAIŞê girtin ser baregeha Bawe ya YNKê û çekên hejmarek karmendên asayişa YNKê jê stendin.
Zanyarî didin zanîn, çekdarên Heşda Şeibî li Xaneqînê jî girtin ser asayiş û Malbenda YNKê û hejmarek ji endamên Asayiş û Pêşmerge girtin.
Herwiha çekdarên Heşda Şeibî li ser dîwarên baregehên YNKê, “Ji vir biçin” nivisîne.
Piştî hewldanên navbeynkariyê û têkiliyê, endamên Asayîşê û Pêşmerge serbest hatin berdan.
Herwiha zanyarî destnîşan dikin, ev bûyer piştî ku berpirsekî Heşda Şeibî bi navê Hazim Şekircî li xaleke kontrolê ya Asayişa Silêmaniyê hatibû desteserkirin serbest hat berdan pêv û vegeriya Xaneqînê, hêza xwe kom kir û daxwaza derketina YNKê ji wî bajarî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin