Hesda Seibî berî roja salvegera kustina Suleymanî û Muhendis derket meydanê
PeyamaKurd – Bi nêzîkbûna salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qûds a îranî Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis re, Heşda Şeibî li Bexdayê dijî Amerîkayê xwepêşandan li dar xist.
Milîsên şîe yên alîgirên Îranê doh Şemiyê derketin meydana Tehrîr a Bexdayê û xwepêşandanek li dar xistin. Dema xwepêşandanê hemû rêyên diçin wê meydanê hatin girtin.
Milîsên Heşda Şeibî ji bo Suleymanî û Muhendîs ku di operasyona asmanî ya Amerîkayê de 3yê Çileya 2020an hatibûn kuştin, merasîmên temsîlî yên cenaze saz kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin