‘Heger Elawî wezaretekê bide Hesda Seibî wê Iraq di 3 rojan de hilwese’

10 February 2020 21:54 0 dîtin
‘Heger Elawî wezaretekê bide Hesda Seibî wê Iraq di 3 rojan de hilwese’

PeyamaKurd - Şêwirmendê Bizava Muqteda Sedir da xuyakirin, heger Sedir bizane wê Mihemed Tewfîq Elawîyê ji bo serokwezîrtiya hikûmeta nû hatiye erkdarkirin, erkê wezaretekê bide komeke çekdar, wê Iraq bibe dojeh û di nava 3 rojan de hikumeta nû were hilweşandin.

Şêwirmendê Bizava Sedir Kazim Îsawî ku seroktiya wê Muqteda Sedir dike, bi medyakaran re civiya û di civînê de gef li Mihemed Tewfîq Elawî xwar.

Şêwirmendê Sedir da xuyakirin, heger Sedir bizane wê Elawî, berpirsyartiya wezaretekê bide komeke çekdar a weke Heşdî Şeibî, wê Iraq bibe dojeh û hikumeta Elawî di nava 3 rojan de hilweşe.