SOHRê bîlançoya êrîsa ser Hesda Seibî ya bi fermana Joe Biden eskere kir...
PeyamaKurd – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bîlançoya êrîşa şeva borî ya ser binkeyên milîsên îranî û Heşda Şeibî li ser sînorê Sûriye-Iraqê eşkere kir.
Hêzên asmanî yên Amerîkayê bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden şeva borî êrîşek dijî pêgehên milîsên îranî yên di navbera sînorên Sûriye-Iraqê de pêk anî.
SOHRê ragihand ku di encama êrîşê de 7 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û gelek çekdarên birîndar bûne jî rewşa tenduristiya wan giran e ku dibe hejmara mirinan zêdetir bibe.
SOHRê diyar kiriye ku êrîşa li çoltera herêma Dêrazorê ya di navbera sînorên Sûriye û Iraqê de li ser depoya cebilxaneyê û bingeheke leşkerî hatiye encamdan ku xaleke leşkerî bi temamî hatiye ruxandin.
Herwiha Fermandarê Lîwaya 14 ya Heşda Şeibî Ehmed el Maksûsî ji medyayê re êrîşa Amerîkayê ya ser binkeyên wan piştrast kiriye û gotiye, di wê êrîşê de gelek çekdarên wan hatine kuştin.
Maksûsî herwiha gefa tolhildan û bersivdanê li Amerîkayê xwariye û diyar kiriye ku ew amade bersivê bidin.
Li aliyê din Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby jî ragihandiye ku şeva borî bi fermana Serok Joe Biden êrîşeke asmanî dijî milîsên îranî yên li sînorên Iraq-Sûriyê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin