Elawî bi nameyekê daxwaz kir Sîstanî helwêsteke çalak û karîger nîsan bide
PeyamaKurd – Serokê Bereya Niştmaniya Medenî Eyad Elawî, bi nameyekê daxwaz kir, Mercîe Bilind ê Şîeyên Iraqê helwêsteke çalak û karîger werbigire ji bo dabînkirina rewşa aramî û seqamgiriyê li Iraqê.
Li gor Berdevka Bereya Niştimaniya Medenî Leyla Ebdulletîf, bi daxuyaniyekê diyar kiriye, Serokê Bereya Niştimaniya Medenî Eyad Elawî, nameyek derbarê rewşa welat ji Ayetullah Elî Sîstanî, Mercîe Bilind ê Şîeyên Iraqê re şandiye.
Herwiha Eyad Ellawî, daxwaza helwêstê li Elî Sîstanî kiriye û ragihandiye, Iraq ji ber kêşe û nakokîyan di rewşeke gelekî xerab daye û erîşa li ser qewareya wê dirust bûye.
Ligor beyanameyekê, Ellawî di nameya xwe de ji Sîstanî re gotiye: ‘‘Dabeşbûn tene di nava mala Erebên Şîe belkî li nava hemû pêkhateyan de çêbûye.’’
Herwiha Eyad Ellawî di nameya xwe de ji Elî Sîstanî xwestiye helwêsteke çalak û karîger werbigire ji bo dabînkirina rewşa aramî û seqamgiriyê li Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin