Pompeo ji Elawî daxwaz kir ku pirsgirêkan li gel kurdan çareser bike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Pompeo, ji serokwezîrê ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin daxwaz kir, pirsgirêkan li gel kurdan çareser bike.
Şeva borî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peyvendiyeke telefonî li gel serokwezîrê raspartî yê nû Mihemed Tofîq Elawî pêk anî.
Piştî wê peyvendiya telefonî Pompeo li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê de ragihand, di peyvendiyeke telefonî ya li gel Elawî de amaje bi wê yekê kiriye ku hikûmet pêwîst e dawiyê li tundiya li dijî xwepêşanderan bîne.
Wezîrê Amerîkî ragihand, daxwaza çaksaziyê li hikûmeta Iraqê û cezakirina destdirêjkaran bo ser xwepêşanderan kiriye, bi awayekî bibe sedem ku daxwazên rewa yên xwepêşanderan bên bicî anîn.
Herwiha berdevka wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos jî ragihand, Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji Elawî kiriye, pirsgirêkan li gel rêveberiya siyasî ya Kurdistanê û sunneyan çareser bike.
Mike Pompeo herwiha ji Elawî re ragihandiye, divê Iraqê pabend be bi parastina hêzên Amerîkayê û nûnerên dîplomasiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin