KONDA | Li Tirkiyê herî zêde cudaxwazî li Kurdan tê kirin
PeyamaKurd – Kompaniya KONDA rapirsî û lêkolînên civakî ji bo saziya “Civil Rights Defenders” bi navê “Li Tirkiyê feraseta Mafên Mirovan” li 31 bajar, 85 navçe, 120 tax û gundan bi 2 hezar û 402 kesan re lêkolîneke rûbirû pêk anî.
Di encama lêkolîna KONDAyê de derketiye holê, Kurd civaka herî hesas in di warê mafên mirovan de û ji her 10 kes beşdarên rapirsînê yên Tirk 1 ji wan gotiye, ew xwe dûrî Kurd, Elewî û Romanan dibînin.
Di lêkolînê Kurd li seranserê Tirkiyê wekî mirovên herî hesas hatine nîşandan û nîvê Kurdan gotine, ew ji ber nasnameya xwe ya etnîkî rastî cudaxwaziyê tên.
Herwiha li gorî encamên lêkolînê di nav civakê de bi giştî ji her 100 kesî, 42 ji wan gotine, ji ber her sedemekê ew rastî cudaxwaziyê tên.
Dîsa li gorî lêkolînê; ji her 100 kesî 11 kes ji ber fikrên xwe, 9 kes ji ber zayenda xwe, 9 kes ji ber şêweya xwe ya jiyanê, 7 kes ji ber nasnameya etnîkî, 5 kes ji ber baweriya xwe û 4 kes jî ji ber sergirtîbûna xwe rastî cudaxwaziyê tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin