IDEA: Pasveçûna herî zêde ya demokrasiya Tirkiyê di salên 2010-2020an de pêk hatiye

22 November 2021 19:00 0 dîtin
IDEA: Pasveçûna herî zêde ya demokrasiya Tirkiyê di salên 2010-2020an de pêk hatiye

PeyamaKurd - Enstîtuya Piştgiriya Demokrasî û Hilbijartinê ya Navdewletî (IDEA) rapora xwe ya bi çavdêriya fermî ya Neteweyên Yekbûyî ya salên 2010-2020an a demokrasiyê eşkere kir.

Enstîtuya Piştgiriya Demokrasî û Hilbijartinê ya Navdewletî (IDEA) di raporê de destnîşan kir, salên dawî li gelek welatan otorîterîzm zêde bûye û rejîm ber bi sîstema zextê ve diçin.

Di beşa derbarê Tirkiyê de hatiye gotin, “Di navbera salên 2010-2020an de paşdeçûna herî zêde lê çêbûye.”

IDEA daye xuyakirin, di dema koronayê de hemû rejîman zext li opozîsyonê kirine û ew bêdeng kirine.

Di raporê de hatiye diyarkirin, ji sala 1975an ve yekem car hejmara welatên di warê demokrasiyê de paş dikevin gelekî zêde bûye û %70yê mirovan an li welatên ku demokrasî lê nîne an jî li welatên demokrasî paş de diçe dijîn.

Enstîtuya Piştgiriya Demokrasî û Hilbijartinê ya Navdewletî daye zanîn, sala 1995an ji aliyê welatên Awustralya, Barbados, Belçîka, Şîlî, Kosta Rîka, Danîmark, Fînland, Hîndîstan, Hollanda, Norvec, Portekîz, Afrîkaya Başûr, Îspanya û Swêd ve hatiye avakirin û navenda wê li Stockholm a paytexta Swêd e.