Endamên HDPê bi nameyekê daxwaza berdana Demîrtas kirin
PeyamaKurd – Endam û rêvebirên Şaxên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Diyarbekirê, bi nameya ji Wezareta Dadê ya Tirkiye re şandin, daxwaz kirin Selahattîn Demirtaş serbest were berdan.
Bi daxuyaniyekê Wekîlê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê şaxa Diyarbekirê Îrfan Soner beriya ku nameyê bişînin ragihand û got, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê biryara berdana Hevserokê bere yê HDPê daye û ew biryar li ser Tirkiyeyê jî sepandiye. Loma jî divê pêwistiya wê biryarê bê bicihkirin û hêviyên serdetiya hiqûqê û demokrasiyê jî careke din bên şînkirin.
Parêzbendiya Selahatîn Demirtaş di 20ê Gulana 2016an de hatibû rakirin û Selahattîn Demirtaş hatibû girtin.
Doza ku li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê hatibû çêkirin jî di 24ê Kanûnê de encam dabû û Dadgeha Mafên Mirova ragihandibû, tu tiştekî wek tawan bê dîtin li ser Demirtaş tune ye û azadî û mafên wî hatine binpêkirin, loma jî divê demildest serbest were berdan.
Ligel ku Tirkiyeyê wê peymanê pejirandiye û di ser biryarên hiqûqa navxwediya qebûl dike jî, rayedarên Hikûmeta Tirkiyê dan zanîn ku wê biryarê nas nakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin