Dadgeha Destûra Bingehîn, daxwaza HDPê qebûl kir
PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, li ser daxwaza rayedarên HDPê, roja parastina devkî ya doza girtina HDPê taloq kir.
Pêvajoya doza ku ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve li Dadgeha Destûra Bingehîn hat vekirin, dewam dike.
Hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, di dozên ku ji bo girtina partiyeke siyasî li Dadgeha Destûra Bingehîn hatine vekirin, pêvajoya "doza cezayê" dişopîne.
Di pêvajoya dozê de ku bi qebûlkirina îdianameyê di 21ê Hezîrana 2021an de dest pê kir, dema ku HDPê ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwestibû parastina devkî bike temam bû.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Şanda Dadgeha Destûra Bingehîn diviyabû roja sêşemê (14:03:2023) saet di 10:00an de li parastina devkî ya berpirsên partiyê guhdarî bike. Lê dadgeha bilind bi hinceta erdhejê û dema hilbijartinê daxwaza HDPê nirxand û roja parastinê taloqî 11ê Nîsanê kir.
Hat zanîn ku piştî vê pêvajoyê, raporta ku dê agahî û belgeyên têkildarî dozê kom bike, dê raporta xwe ya li ser esasê amade bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin