Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza HDPê red kir
PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza HDPê ya ji bo biryara girtinê ji bo piştî hilbijartinê bê taloqkirin red kir.
Daxwaza HDPê ya ku ji bo dosyaya girtinê ji bo piştî hilbijartinê bihêle serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû, hat redkirin.
HDPê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û xwest parastina devkî ya di çarçoveya dosyaya girtinê de di 11ê Nîsanê de biryar hat dayîn, taloqî roja piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bê kirin.
Di daxwaznameya ku pêşkêşî Dadgeha Bilind hat kirin de, hat bibîrxistin ku lîsteya namzetan a li gorî dîroka hilbijartinê wê di 9ê Nîsanê de bê pêşkêşkirin û di 19ê Nîsanê de jî bi dawî bibe.
Di daxwaznameyê de hat gotin, "Eger piştî lîste bi dawî bûn biryara girtinê bê dayîn, wê tevlibûna partiyê di hilbijartinan de bi tevahî bê astengkin."
Serlêdana berê ya HDPê ya di vî warî de nehat qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin