Endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya HDPê hatin girtin
PeyamaKurd – Endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya HDPê, do li Îzmirê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li gor zanyariyan, li Îzmirê roja 31ê Gulana 2023ê endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ugur Yildiz, Mustafa Yalçin, Emre Yalçin, Harun Yakaç, Abdurrahim Kaymaz û Ozkan Çakal ji aliyê hêzên emnî ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.
Hat zanîn, 6 endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya HDPê piştî karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Çankayayê, roja 2ê Hezîranê bo Dadgeha Îzmirê hatin şandin. 6 ciwan bi biryara dadgehê hatin girtin û bo Girtîgeha Tîpa F a Buca Kiriklar hatin şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin