Ji Meclîsa HDPê daxuyaniya hilbijartinê: Stratejiya rêya sêyemîn pozîsyona me ya bingehîn e!

13 March 2023 20:34 0 dîtin
Ji Meclîsa HDPê daxuyaniya hilbijartinê: Stratejiya rêya sêyemîn pozîsyona me ya bingehîn e!

PeyamaKurd - Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 13ê Adarê piştî civîna xwe ya li ser mijar û helwesta hilbijartinên 14ê Gulanê daxuyaniyek belav kir.

HDPê ragihand ku armanca wan a sereke ya hilbijartinên 14ê Gulanê derxistina hejmara herî zêde ya parlamenteran e û wiha hat gotin:

“Bi zelalbûna dîroka hilbijartinan re girîngiya hevpeymanîyan û partiya me bi awayekî eşkere tê dîtin. Em ê li gorî perspektîfa ku yek dengê me jî vala neçe tevbigerin.”

HDPê diyar kir: “Deklerasyona banga demokrasî, Edalet û Aştiyê ya Partiya ya me ya Îlona 2021ê di vî warî de çarçoveya bingehîn e. Di vî warî de jî stratejiya me ya rêya sêyemîn, pozîsyona bingehîn û dîrokî ya partiya me ye.”