7 endamên meclîsa saredariya HDPê ji kar hatin dûrxistin
PeyamaKurd - Piştî biryarên qeyûman li Diyarbekir, Wan û Mêrdînê, vê carê jî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 7 endamên Encûmena Giştî ya Şaredariya Mûşê ji karê dûr xistin.
Hat ragihandin ku bi fermana Wezareta Navxwe bêyî ku sedem nîşan bide, 7 endamên Encûmena Giştî ya bajarê Mûşê yên HDPyî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Biryara dûrxistinê îro ji endamên encûmenê re hat şandin ku kesên hatine dûrxistin; Kader Erol, Fîlîz Aydin, Ceyhan Aydemîr, Suat Kalin, Mehmet Şakîr Tugrul, Musa Kaya û Mehmet Demîr in.
Hêjayî gotinê ye, ji 14 endamên encûmenê 8ê wê HDPî bûn ku bi vê biryarê re tê xwestin di dengdanên encûmenê de mafê HDPê yê biryardanê nemîne.
Parlamentera HDPê ya Mûşê Şevîn Coşkun nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got: “Îtîfaqa AKP-MHP a li rojavayê Tirkiyeyê têk çûye tola wê ji HDPê distîne û ew ê heta dawiyê li dijî vê bêhiqûqiyê û desteserkirina vîna gel têbikoşin. “

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin