Du endamên meclîsa saredariyê hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Şeva borî di encama serdegirtina polîsan a bi ser malên wan de, endamên meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Şahîn Saglam û Ridvan Ezer ê ji HDPê hatin binçavkirin.
Li gorî zanyariyan şevê din polîsan bi ser malên Şahîn Saglam û Ridvan Ezer de girtiye û tevî wan hevjîna Ezer jî hatiye binçavkirin ku piştre ew li navenda polîsan hatiye berdan.
Hîn nehatiye zanîn bê bi çi hincet û sedemê her du endamên meclêsa şaredariyê hatine binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin