15 endamên HDPê ji ber kampanya dijî qeyûman hatin binçavkirin

06 October 2019 13:00 0 dîtin
15 endamên HDPê ji ber kampanya dijî qeyûman hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Li Diyarbekirê 15 endamên HDPê bi sedema ku beşdarî kampanyaya îmzeyan ya li dijî qeyûman bûne hatin binçavkirin.

Partiya Demokratîka Gelan (HDP), ji bo şermezarkirina dûrxistina şarederan û danîna qeyuman, li gelek deveran dest bi çalakiya komkirina îmzeyan kiribû.

Hat ragihandin ku parêzgariya Batmanê rê nade îmze bên komkirin û li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Diyarbekirê jî, 15 endamên HDPê ji ber komkirina îmzeyan hatin binçavkirin.

Hat zanîn 15 endamên HDPê yên hatine binçavkirin, niha li avahiya asayîşê tên girtin û lêpirsîn li ser wan berdewam dike.