HDPê li dijî qeyûman kampanya îmzeyan da destpêkirin

02 October 2019 20:25 0 dîtin
HDPê li dijî qeyûman kampanya îmzeyan da destpêkirin

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Hevserokê Rêxistina HDPê ya Wanê Umît Dede di roja 45an a çalakiyên protestokirina qeyûman de, axaftinek kir.

Umît Dede destpêkirina kampanyaya îmzeyan ragihand û ev agahî dan: "Îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de bên berhevkirin dê ji Wezareta Karên Hundir re bên şandin. Di metna kampanya îmzeyê de ev tişt nivîsandiye; Di 31ê Adarê de çûm ser sindoqê û ji bo diyarkirina rêveberiya şaredariyê dengê xwe da. Weke pêwîstiyeke mafê min ê hilbijartinê ku di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hatiye parastin, daxwaz dikim ku endamên meclisa şaredariyê û hevşaredarên ku hatine hilbijartin û ji peywira xwe hatine dûrxistin careke din vegerin ser peywirê xwe. Bang li gelê me dikim ku li vîna xwe xwedî derkevin."