Li Edenê li dijî endamên HDPê operasyon: 9 kes hatin girtin

25 June 2019 11:37 0 dîtin
Li Edenê li dijî endamên HDPê operasyon: 9 kes hatin girtin

PeyamaKurd - Li bajarê Edenê yê Tirkiyê di encama operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de, 2 ji wan zarok, bi tevahî 9 endamên HDPê hatin girtin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bajarê Edenê, li Edene û Antalya li dijî avahiyên HDPê û malên endamên wê partiyê, operasyoneke serdegirtinê hat destpêkirin. Di serdagirtina bi ser dehan malan de, 33 endamên HDPê hatin desteserkirin, di nava wan de Rêveberê Bajarê Edene û 2 zarok hebûn.

Piştî dadgehkirina 33 endamên HDPê, biryara girtina 7 endaman derket û 24 endamên din jî, bi şertê bin kontrola edlî hatin berdan. Her wiha ji van 33 kesên hatibûne binçavkirin, 2 ji wan zarok bûn û ji bo girtîgeha zarokan hatin şandin.

7 endamên HDPê yên hatine girtin, bi propagandekirina PKKê tên tawanbarkirin.