Li dijî endamên rêxistina FETOyê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin!

18 February 2020 12:27 0 dîtin
Li dijî endamên rêxistina FETOyê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin!

PeyamaKurd- Li dijî endamên rêxistina FETOyê yên di nava hêzên artêşa Tirkiyê (TSK) de operasyonek hat pêk anîn û di encamê de gelek kes hatin desteserkirin.

Bajarên Tirkiyê yên wekî Îzmîr û Enqerê jî di nav de, li 43 bajaran derheqê 228 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya operasyona de li dijî endamên rêxistina fethullahî (FETO) 101 jê erkdar, derheqê 157 endamên TSKê de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, li Enqerê û 15 bajarên din jî 33 kesên karbidest, bi giştî derbarê 71 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.