Li saredariya Bazidê êrîsa bi kêr û çekan: 2 endamên HDPê birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Şaredariya navçeya Bazidê ya bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, di navbera endamên encûmena şaredariyê yên HDPê û şaredara Bazidê Yildiz Acar a ji HDPê hatiye îxrackirin de li ser budçeyê alozî derket.
Hat ragihandin ku parêzvanên Yildiz Acar ku bixwe xizm û nasên wê ne, bi kêr û çekan êrîş birine ser endamên encûmena şaredariyê yên HDPê 2 kes birîndar kirine.
Li zanyariyên hatine belavkirin, di dema nîqaşên budçeyê yên li encûmenê de, di navbera Yildiz Acar û endamên encûmenê yên HDPê de li 15 milyon kêmaniya budçeyê nîqaş çêbûye û Acar terka eywana encûmenê daye.
Piştre jî li gorî nûçeya hatiye belavkirin, 2 kesên ku xizm û parazvanên Acar in bi kêr û çekê êrişî endamên encûmenê yên HDPê kirin û encûmenê yê HDPê Mehmet Ergul ji serê xwe, Sîpan Karadag jî jî bi kêrê birîndar bûye ku herdu rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û rewşa wan baş e.
Hat ragihandin ku polîsan her 2 parazvanên êrîş kirine binçav kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin