AP: Hesda Seibî berî terorkirina Hasimî gefa kustinê lê xwariye
PeyamaKurd – Ajansa Associated Press (AP) li ser terorkirina lêkolîner û pisporê ewlehiyê yê Iraqê Hîşam Haşimî nûçeyek belav kir û tê de diyar kir, Huşam Haşimî çend hefte berî kuştina xwe, ji heval û nasên xwe re gotiye tirsa wî heye milîsên Heşdî Şeibî yên Îran piştevaniya wan dike wî bikujin.
APyê da xuyakirin ku hevalên Hîşam Haşimî daxwaz jê kirine ji ber wan metirsiyan êdî li Bexda nemîne û berê xwe bide Hewlêrê û li wê derê jiyana xwe berdewam bike.
Televizyona El Hurre jî bi zimanê rojnamevanekî ku hevalê Hîşam Haşimî bû ragihand, Haşimî berî du hefteyan ji wî rojnamevanî re ragihandiye ku berpirsekî ewlehiyê yê milîsên Hizbullah a Iraqê Ebu Elî Eskerî gef li wî xwarine û jê re gotiye , “Ez ê li mala te te bikujim”.
Dr. Hîşam Haşimî şeva 6ê Tîrmeha 2020an, li herêma Zeytuniyê ya bajarê Bexdayê ji aliyê komeke çekdar ve gule bi ser de hatin reşandin û bi giranî birîndar bû. Haşimî piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin