Rêveberê Hesda Seibî ji tohmeta kustina pisporê ewlehiyê Hasimî hat girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 13ê Kanûnê ji aliyê hêzeke taybet a ser bi serokatiya encûmena wezîrên Iraqê, Cîgirê berê yê fermandarê milîsên Xorasaniyê li Bexda bi ser Heşda Şeibî ve Hamd Cezaîrî hat girtin.
Li gorî çavkaniyên Bexdayê, Hamd Cezaîrî bi tometa kuştina Hîşam Haşimî yê pisporê ewlehiyê, li gel 15 alîgirên xwe hatiye girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye hejmarek çekdarên bi motosîklet, 6ê Tîrmeha 2020an li pêş mala ya li taxa zeyîwne ya Bexdayê bi çekan êrîş kiribûn û Hîşam Haşimî kuştibûn.
Hîşam Haşimî sala 1973ê li Bexda dayîk bûye û ji sala 1997an ve şarezayikî lêkolînerê ewlehiyê yê rêxistin û grubên terorîst bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin