Fermandarê Hesda Seibî kustina çalakvanên sivîl îtiraf kir...

30 May 2021 15:42 0 dîtin
Fermandarê Hesda Seibî kustina çalakvanên sivîl îtiraf kir...

PeyamaKurd – Fermandarê Enbarê yê Heşda Şeibî Qasim Muslih ku çend roj berê ji aliyê hêzên ewlehiya Iraqê ve hatibû girtin, mikurhatinên girîng kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî Qasim Muslih îtiraf kiriye ku wan li dijî çalakvanên muxalîf sûîqesd kirine.

Muslîh bi sedema ku destê wî di êrîşên ser baregehên Amerîka yên li Iraqê de heye û kuştina çalakvanên sivîl hatibû girtin ku piştî girtina wî alozî di nav komên Heşda Şeibî de derketibû.

Çavkaniyan eşkere kiriye ku Muslîh îtiraf kiriye ku wan çalakvanê iraqî Îhab Veznî û Fahîm Tayî teror kirine.