NYT: Amerîkayê plana kustina berpirsekî bilind ê Hesda Seibî betal kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî komên girêdayî Îranê yên bi navê Eniya Berxwedana Îslamî, êrîşên xwe yên ser baregehên Amerîkayê rawestandine, Amerîkayê jî plana kuştina berpirsekî bilind ê Heşda Şeibî betal kiriye.
Rojnameya New York Times bi zarê çavkaniyên xwe yên Pentagonê ragihandiye ku ji ber rawestandina êrîşên Eniya Berxwedanê yên ser baregehên Amerîkayê, Amerîkayê paşde gav avêtiye plana kuştina berpirsekî payebilind ê grubên çekdar betal kiriye ku amadekariya êrîşeke asmanî bo wê kiribû.
Kaanî ji milîsan xwest êrîşan rawestînin
NYTê daye zanîn ku rawestandina êrîşan a ji aliyê Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ve, bûye sedema rizgarkirina kesên payebilind ên Heşdî Şeibî ku di nav 20 rojên borî ti êrîş li ser binkeyên Amerîkayê nekirine.
Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin, piştî wan êrîşên Amerîkayê yên asmanî li Iraq û Sûriyê bi ser milîsên Îranê de, fermandarê Hêza Quds a Sûpaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî serdana Bexdayê kiriye û di civîna li gel hemû milîsan de ji wan re gotiye, divê êrîşên ser Amerîkayê rawestînin, ji ber berdewambûna wan êrîşan tê wateya şer û dê bandorê li Tehranê bike.
Plana êrîşê ji bo çi hate rawestandin?
Herwiha berpirsekî payebilind ê Pentagonê jî ji rojnameya New York Times re ragihandiye, Amerîka li hember îhtimala êrîşan, plana kuştina berpirsekî payebilind ê milîsan li Iraqê kiriye, lê agirbesta Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê bûye sedem plana kuştina wî berpirsê komên çekdar rawestînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin