Fermandarê Pasdarên Îranê: Em pistevanê rasteqîn ê Hesda Seibî ne!
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yên Supaya Pasdarên Îranê Husên Selamî, di civîna ligel Serokê Desteya Heşda Şeibî Felah Feyaz de, got: “Em li meydana Iraqê ne û em piştevaniyê rasteqîn ê Heşdî Şabî me.”
Husên Selamî herwiha gotiye, ew hêvî dikin wê biryara parlementoya Iraqê ya derketina hêzên biyanî ji Iraqê were pesendkirin û serweriya Iraqê were parastin.
Serokê Desteya Heşdî Şabî Felah Feyaz jî ji Selamî re eşkere kiriye, ew di serkeftinê de deyndarê Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs in û Heşdî Şabî, Sûpaya Pasdaran ji xwe re weke model dizane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin