Fermandarê Pasdarên Îranê li Sûriyê hat kustin
PeyamaKurd – Fermandarê Pasdarên Îranê Ebûfedil Elîcanî li Sûriyê hat kuştin.
Li gor medyaya Îranî ragihand: “Elîcanî dema bi erkê şêwirmendiyê li Sûriyê bû, hat kuştin.”
Herwiha hin çalakvanên opozisyonê li Sûriyê li ser twitterê belav kirine ku Ebûfedil Elîcanî di encama êrîşeke rasterast a Îsraîlê ya berî çend rojan li nêzîkî bajarê Helebê de hatiye kuştin.
Zanyariyên kuştina Ebûfedil Elîcanî heta niha bi fermî ji aliyê Îranê yan jî rejîma Sûriyê ve nehatiye piştrastkirin.
Ajanseke Îranî eşkere kir, Ebûfedil Elîcanî yek ji şêwirmendên leşkerî û serkirdeyên herî navdar ê Pasdarên Îranê li Sûriyê bû. Biryar e termê wî di rojên bê de bo Îranê were veguhestin.
Hêjayî gotinê ye, Elîcanî efserê zanîngeha Piyade ya Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Emîr El-Mumînîn a Hêza Bejayî ya Pasdarên Îranê li Îsfehanê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin