Fermandarê hêzên 'Besîc' ê pasdarên Îranê di mala xwe de hat kustin
PeyamaKurd - Fermandarê hêzên Besîc ê pasdarên Îranê, di mala xwe ya li Xozistanê de kuştî hat dîtin.
Li gorî malpera Esrî Cenûb, îro danê sibehê fermandarê hêzên Basîc Ebdulhisên Mucdemî yê pasdarên Îranê li bajarê Darxiwên yê parêzgeha Xozistanê, ji aliyê kesên nenas ve kuştî hat dîtin.
Hîn ti rêxistin û kesekî berpirsyartiya kuştina Ebdulhisên negirtiye ser xwe û pasdarên Îranê jî li ser bûyerê ti daxuyanî belav nekiriye.
Li gorî ragihandina opozisyona Îranê, Ebdulhisên Mucdemî di bêdengkirina xwepêşandanên dawî yên li Îranê de xwedî rol bû û destê wî di darvekirina gelek çalakvanên Ereb ên li parêzgeha Xozistanê de hebû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin