Yek ji fermandarên hêzên sînorparêz ên Îranê hat kustin
PeyamaKurd – Şeva borî yek ji fermandarên hêzên sînorparêz ên Îranê Reşîd Spehwend, li navçeya sînorên Îranê hat kuştin.
Li gor Qaymeqamê Bane Îsmaîl Rostempûr îro 02.09.2021ê ji malpera IRNA re diyar kir: ‘‘Şeva borî li navçeya gilesor a ser bi Bane, fermadarekî hêzên parastina sînor ê bi navê Reşîd Spehwend, di şer û pevçûneke li gel komeke çekdar de hatiye kuştin.’’
Herwiha da zanîn, ew fermandarê ku hatiye kuştin, xelkê Xuremabad a parêzgeha Loristanê ye.
Heta niha ti partî û aliyekî siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê û dijberê Îranê berpirsyartiya wê bûyerê negirtiye ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin